Qirêjiya hewayê ya li Îranê beşên lezgîn tijî kir

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di nava heftiya dawî de 170 hezar kes ji ber nexweşiyên qirêjiya hewayê, serî li beşên lezgîn dane.

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Reza Reîsî ragihand ku di nava hefteya dawî de 170 hezar kes ji ber nexweşiyên dil û nefesê yên ji ber qirêjiya hewayê, serî li beşên lezgîn ên nexweşxaneyan dane.

Reîsî diyar kir ku salane ziyanên ji ber qirêjiya hewayê ya li sektora tenduristî dayî bi qasî 17 milyon dolar e. Reîsî destnîşan kir ku sedemê mirina zêde ya li welat jî bi vê re girêdayî ye û salê zêdetirî 59 hezar kes dimirin.